Trêna rêpaqijîyê li qemyonetê qelibî: 5 birîndar

Li navçeya Îpekyoluya Wanê trêna rêpaqijîyê li qemyonetek qelibî, di encama qezayê de 5 kesên ku di nav qemyonetê de bûn birîndar bûn.

Ekleme: 21.02.2022 14:55:16 / Güncelleme: 21.02.2022 14:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku trêneke ku rêyên trêna paqij dike li Taxa Şafakê di seat 09.30yan de li qemyonetekê bi plaqa 25 EJ 232yê qelibî. Di encama qezayê de bi tevî şofêrê qemyonetê 5 kesên ku navên wan E.G. (29), M.G. (17),  A.K., M.Î. ve S. Ye birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên ku ji ekîbên tenduristîyê hatine bidestxistin, rewşa birîndaran ne giran e û wan birîndaran jî bi embûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku nigê çêlekekê ku di paşîya qemyonetê de bû jî ji ber tesîra qelibandinê şikîya.

Polês derheqê meselê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)