Li Mêrdînê kûçikê ku 7 kesan birîndar kir quduz derket: Tax hat xistin karantînayê

Li navçeya Dêrika Mêrdînê çend kûçikê 4 jê zarok 7 kesan gez kirin ku hat hînbûn ji van kûçikan yek quduz e ku ji ber vê yekê taxa ku lê bûyer qewimî hat xistin karantînayê.

Ekleme: 20.02.2022 10:45:31 / Güncelleme: 20.02.2022 10:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin roja sêşemê li Taxa Bahçelîevlera navçeya Dêrika Mêrdînê di dema belavbûna xwendekarên mektebê de çend kûçikan êrîşî zarokan kirin û 7 kesan birîndar kirin.

Hat hînbûn ji ber ku kûçikek quduz derket temamê taxê hat xistin karantînayê.

Kesên birîndar piştî ku li nexweşxanê tedawî bûn re ji nexweşxanê hatin derxistin.(ÎLKHA)