Li Sûrîye helîkopterek ket xwarê: 2 mirî û 3 birîndar

Li Sûrîye helîkopterekî yê ku aîdê rejîmê ye ket xwarê, di encama qezayê de 2 leşker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.02.2022 10:25:33 / Güncelleme: 19.02.2022 10:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya rejîmê hatine bidestxistin, helîkopterekî yê aîdê artêşa rejîmê li herêma qeraxê dema ku firandina perwerdehîyê dikir ‘eriza da, ji ber arizaya teknîkî helîkopter daxwaz kir ku li herêma çîyayê re daketinekî acîl bike.

Hat destnîşankirin ku helîkopter di dema daketinê de li çîya ket, di encama qezayê de 2 leşker mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hê sedema ketina helîkopterê nayê zanîn. (ÎLKHA)