Li Brezîlyayê ji ber lehîyê hêjmarên mirîyan derket 104 kesan

Li wîlayeta Rîo de Janeîroya Brezîlyayê ji ber barîna baranê lehî rabûbû û mirovan canê xwe ji dest dabûn ku hêjmarên wan kesên ku canê xwe ji dest dane derket 104 kesan.

Ekleme: 17.02.2022 09:20:29 / Güncelleme: 17.02.2022 09:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barîna baranê li Brezîlyayê bû sedema hezaz û lehîyê. Di encama lehîya ku li wîlayeta Rîo de Janeîroyê pêk hat de hêjmarên mirîyan zêde bû û bû 104 kesan.

Hat destnîşankirin ku li bajara Petropolîsê xebatên lêgerînê berdewam dike û rayedaran jî li bajarê “rewşa afetê” îlan kir.

Ji teref Şaredarîya Petropolîsê ve hat ragihandin ku li herêma tepika Ofîcînayê hezaz pêk hat û 80 mal ji hezazê zirar dîtin. (ÎLKHA)