Li Îzmîrê li dijî tîryakê operasyon: 1305 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrî di encama operasyonên ku di tarîxên cuda de hatibûn kirin de 1305 şikdar hatin binçavkirin, ji wan şikdaran 50 kes hatin girtin.

Ekleme: 17.02.2022 09:05:29 / Güncelleme: 17.02.2022 09:05:29 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li  giştîyê bajar di navbera tarîxa 1-15 Sibatê de 1115 operasyon hat kirin, di encama operasyonan de gelek tîryak, 17 heb çek, 11 heb tiving û 306 heb jî gule hatin bidestxistin.

Li gorî agahîyan di operasyonan de bi 1305 kesan muamele hat kirin, di encama muameleyan de ji 60 kesan re qirara qontrola ‘edlî hat dayîn û 50 kes jî hatin girtin.

Digel wan tiştan ji 20 hezar û 723 erebeyan re jî ciza pereyê îdarî hat dayîn. (ÎLKHA)