Li Kanadayê kelek bin av bû: 4 kes mirin û 17 kes winda bûn

Li bajara Newfoundlanda Kanadayê kelekeke ku bi bandrola Îspanyayê ye bin av bû, di encama binavbûna kelekê de 4 kesên ku di nav kelekê da bûn mirin û 17 kes jî winda bûn.

Ekleme: 16.02.2022 12:20:09 / Güncelleme: 16.02.2022 12:20:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di kelekê de 24 mirettebat hebûn û ku ji van 4 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes hatin xelaskirin û 17 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Sazîya Ewlehîya Berava Îspanyayê ve hatîye belavkirin, kelek 450 kîlometre nêzî rojhilata Newfoundlandê binav bû, ji bona ku wan kesên di nav kelekê da bûne bên xelaskirin jî di hewa û di behrê de xebatên xelaskirinê hat destpêkirin û ew xebat jî berdewam dikin. (ÎLKHA)