Li Şamê êrîş li otobûsa leşkerî hat kirin: Mirîyek û 11 birîndar

Li Şama paytexta Sûrîyê bombeyek di otobûseke leşkerî de hatibû bicîhkirin teqîya, di encama teqînê de leşkerek canê xwe ji dest da û 11 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.02.2022 12:05:26 / Güncelleme: 15.02.2022 12:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Sûrî yê ku aîdê rejîmê ye hatine bidestxistin, li Şamê di otobûsek yê ku leşker tê de bûn de di seat 07:30an de teqînek pêk hat.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de leşkerek canê xwe ji dest da û 11 leşker jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bombe di seatên êvari de hatîye bicîhkirin.

Hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)