Mînîbûsa ku karker tê de bûn qeza kir: Mirîyek û 6 birîndar

Li Êlîhê mînîbûsa ku karker tê de bûn qeza kir, di encama qezayê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.02.2022 10:35:31 / Güncelleme: 15.02.2022 10:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku plaqa wî 65 LA 968ê ye di seat 19:30an de li gundê Esenceya navçeya Beşîrî ji ber ku şoforê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.

Mirovên ku qezayê dîtin xeber dan ekîbên 112yî û ji ber vê yekê ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat ragihandin ku mirovek li cîhê qezayê canê xwe ji da û 6 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin sewqkirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlîhê.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)