Li Sudanê di encama protestoyên ku li hember derbê tên kirin de hêjmarên mirîyan derket 80 kesî

Li Sudanê di encama protestoyên ku ji darbeyê hatibûn destpêkirin de kesekî din jî canê xwe ji dest da.

Ekleme: 15.02.2022 10:30:31 / Güncelleme: 15.02.2022 10:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama bangkirina Komîteya Berxwedana Sudanê de gelek xwepêşandar di Hartuma paytexta Sudanê û gelek bajaran de derketin derve û çalakîyan kirin. Di encama çalakîyan de polês jî bi xaz û bi bombeyên denga midexele li xwepêşandaran kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya Doxtoran ve hatine belavkirin, di encama çalakîyên ku li Hartumê hatin kirin de mirovek ji ber midexeleya polêsan ku bi guleyên rastî midexele kirîne canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku di encama protestoyan de heta niha hêjmarên ku canê xwe ji dest dane bû 80 kesî.

Leşker di tarîxa 25ê Cotmehê sala 2021an de dest danîbûn li ser bireveberîyê. (ÎLKHA)