Ji teref Evîndarên Pêxember ve peyama teşekkurê hat weşandin

Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona bi sedhezaran kesên ku beşdarê pêşbirkê bûne, peyameke teşekkurê belav kir.

Ekleme: 14.02.2022 13:50:29 / Güncelleme: 14.02.2022 13:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Evîndarên Pêxember derheqê Pêşbirka Sîyera ku bi şîara “Wî Bixwîne û Wî Bijî” hat kirin de peyamek belav kir, di peyamê de ji wan kesên ku alîkarî dane pêşbirkê û wan kesên ku beşdarê îmtîhanê bûne re teşekkur  hat kirin.

Di mesajê de bi ayeta “Bila qesem bibe ku Resulullah ji bona we, ji bona wan kesên ku hêvî dikin bighêjin Xwedê û roja axîretê û ji bona ji wan kesên ku Xwedê Teala gelek zikir dikin re mînakekî xweşik e.” (Ehzab-21)  hat destpêkirin û weha hat gotin:

“Em ji wan kesên ku alîkarîyê dane Pêşbirka Sîyera ku bi şiara “Wî Bixwîne û Wî Bijî” hatîye tertîpkirin re; ji Midirtîyên bajêr û navçeyan re, ji midirên dibistan û sazîyan re, ji mamosteyên ku alîkarî dane wan zarokan ku ji bona heyata pêxemberê me bixweyînin re, ji wan dildar û endamên me yên ji bona beşdarbûna pêşbirkê zêde bibe di malbat, zarok û wexta xwe de fedekarîyê kirine re, ji wan dildarên ku di wan hewaya serma de li ser standan da sekinîne re, ji wan cîhên ku temîntîya kitêban kirine re, ji wan xuşk û birayên  me yên ku di xwendina îmtîhanan de û di serperiştîyê de wezîfedar bûne re, ji wan kesên ku daxwaz dikirin bikevin îmtîhanê lê fedekarî kirine û neketine îmtîhanê re, ji hemû xuşk û birayên me yên ku bi duayên xwe alîkarî dane me re, ji wan xelqê me yê xêrxwazên ku ji dil û can bi maddî û manewî alîkarî dane me re em teşekkur kirinê wezîfeyek dihesibînin, em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila xêrên wan di hizûra xwe de qebûl bike û bila wan kesan bighêjin riza Xwedê Teala û ji bona hemû wan tiştan ji Rebbê xwe re daxwaz dikin.” (ÎLKHA)