Me bi Pêşbirka Sîyerê him îmkana qezenckirina hedîye him jî hinbûna heyata Pêxember bi des txist

Zarokên ku beşdarê Pêşbirka Sîyerê ya ku bi şîara “Wî Bixwîne û Wî Bijî” bûne gotin ku pirsên îmtîhanê gelek rehet bûn, wan kesên ku beşdarê pêşbirkê nebûne him ji bona hedîyeyan him jî ji bona ku heyata pêxember hînbibin bila beşdarê pêşbirkê bibin

Ekleme: 14.02.2022 13:40:31 / Güncelleme: 14.02.2022 13:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li 77 bajarên welêt  li 337 navendan bi beşdarbûna sed hezar însanan pêşbirka sîyera ku bi hezar û yek hedîye tê de hene hat tertîpkirin, pêşbirk li Stenbolê jî li 37 navendan hat tertîpkirin û 18 hezar kes beşdarê pêşbirkê bûn.

Zarokên ku piştî pêşbirkê bûn ji ÎLKHAyê re fikr û ramanên xwe gotin û destnîşan kirin pirsên di îmtîhanê de hatine pirsîn gelek rehet bûne ku ew ji temamî pirsan re bersiv dane û wan kesên heta niha beşdarê pêşbirkê nebûne jî da’wetê pêşbirkê kirin.

“Dema ku em hedîyeyan qezenc nekin jî em heyata pêxember hîn dibin”

Suleyman Ortacê ku ew her sal beşdarê pêşbirka sîyerê ya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve tê tertîbkirin dibe, destnîşan kir ku, “Îmtîhana min xweş derbas bû. Ez daxwaz dikim ku hedîye qezenc bikim lê dema ku hedîye qezenc nekim jî pir ne muhîm e. Ez derheqê heyata pêxemberê me de çi qas jî kêm be, tiştekî hîn bûm. Min kitêbê baş nexwand lê îmtîhana min xweş derbas bû. Ez ji vê derê ji wan kesên ku îmtîhanê amade kirine re teşekkurên xwe dişînim.”

Ecrîn Taşkina ku xwendekara sinifa 6emîn e jî fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Li gorî min ev pêşbirk bû wesîleya gelek tiştên baş û qenc. Em çiqas jî hedîyeyan qezenc nekin, em heyata pêxemberê me hîn dibin. Ji ber vê yekê ev pêşbirkekî gelek xweş û gelek bergehdar bû. Ez ji wan kesên ku pêşbirkê amade kirine re teşekkur dikim.”

“Ez encameke xweşik hêvî dikim”

Havva Nur Yildirma xwendakara ji sinifa 10emîne jî derheqê fikr û ramam xwe de axivî û weha got, “Îro wekî herkesî ez jî beşdarê pêşbirka sîyerê bûm. Îmtîhana min gelek xweş derbas bû. Pirsên ku ez hêvî dikirim tam jî ji li wê derê derket. Ji ber vê yekê ez encamekî xweş hêvî dikim.”

Adnan Delîosmanê ku beşdarê pêşbirkê bûye jî destnîşan kir ku ew daxwaz dike scootera bi ceryan qezenc bike.

Aysel Krakuş jî di axavtina xwe de îfade kir ku ew gelek biheyecan bûye û weha got, “Min ji hemû pirsan re bersiv da, îmtîhan gelek rehet bû. Ez difikirim ku ez ê bikevim nav dereceyê.”

“Ez ji wan kesên ku beşdarê pêşbirkê nebûne re bang dikim ku bila sala hatî beşdarê pêşbirkê bibin”

Şevîn Yoldaşê ku di sinifa 6emîn de dixweyîne derheqê pêşbirkê de fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Îmtîhan xweş derbas bû. Hê seateke min hebû ku min ji hemû pirsan re bersiv dabû. Dû re min wan bersivên xwe qontrol kir. Ez ji wan kesên ku beşdarê pêşbirkê nebûne re bang dikim ku bila sala hatî beşdarê pêşbirkê bibin. Çîmkî îmtîhan him rehet bû him jî mirov di encama îmtîhanê de hedîyeyan qezenc dike. Ez hemû kesan da’wetê pêşbirkê dikim.”

“Pirsên ku hatibûn pirsîn ji bona ji wan kesên ku kitêbê xwedine re rehet bû”

Aleyna Açikgozê xwendekarê ji sinifa 5emîn e di axavtina xwe de weha got, “Ji xwe mamosteya me Xatîce dema ku me kitêba xwe dixwend ji me re alîkarî bûbû. Ez ji vê derê ji mamosteya xwe re teşekkur dikim. Ji bona wan kesên ku kitêbê xwandibûn îmtîhan rehet bû. Min ji hemû pirsan re bersiv da lê di 2 heb pirsan de asê mam. Di encama îmtîhanê de hêvîyeke min a mezin heye.”

Zehra Nur Aydin jî di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew cara yekem beşdarê pêşbirkê bû ye lê îmtîhan gelek rehet bû ye ew di axavtina xwe de weha got, “Ez gelek biheyecan bûbûm. Di demên dawî de ew heyecana min ji bona min baş bû. Pirsên ku hatibûn pirsîn rehet bûn. Ez jî wekî hemû kesan daxwaz dikim ku puwanekî bilind bistînim.” (ÎLKHA)