Hat destnîşankirin ku artêşa rejima îşxalker êrîş li gundekî Şerîaya Rojhilat kir, di encama êrîşê de ciwanekî Filistînî şehîd bû.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hatîye belavkirin, di encama êrîşa ku li gundê el-Sîle el-Harîsîyeyê ku nêzê bajara Cenînêye hatîye kirin de gule li serê Muhammed Ebu Salahê 17 salî ket û hat qetilkirin.
Di daxuyanîya wezaretê de derheqê 5 birîndarên ku di encama êrîşê de birîndar bûne de agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)