Li Mêrsînê li dijî PKKê operasyon hat kirin: 43 kes hatin binçavkirin

Li Mêrsînê di encama operasyona ku li dijî PKKê hat kirin de 10 bersûcên dinê yên ku hazirîya çalakîyê dikirin jî hatin qefaltin û hêjmarên wan kesên ku hatine binçavkirin bûn 43 kesan.

Ekleme: 14.02.2022 12:45:45 / Güncelleme: 14.02.2022 12:45:45 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Hat destnîşankirin wan şikdarên ku hatîne tespîtkirin ku ew ê di salvegera qefaltina Abdullah Ocalan de ji bona çalakîyê hazîrîya dikirin, di encama tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Mêrsînê ve hatîye kirin û derheqê wan şikdaran de qirara binçavîyê hatîye dayîn de operasyon hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku di encama operasyonên ku ji teref şubeyên Micadele ya bi Terorê û Îstîxbarata Midirtîya Ewlehîyê ya Bajêr ve hatine kirin de 33 kesan jî hatibûn binçavkirin.

Di encama vê operasyona dawîn ya bi  navê wî" Pençe-3"  de şikdarên ku hatine binçavkirin hêjmarên wan bûn 43 kes.(ÎLKHA)