Di çarşîya Tahranê de şewateke mezin

Li çarşîya Tahrana paytexta Îranê şewatek derket, di encama şewatê de 30 dikan şewitîn.

Ekleme: 12.02.2022 15:40:30 / Güncelleme: 12.02.2022 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di seatên serê sibê de di çarşîyê de şewateke ku sedema wî nayê zanîn derket.

Hat ragihandin ku şewat di dema ku dikan girtîbûn de pêk hat û di demeke kin de li dikanên dinê jî belav bû û ji cîhê şewatê re jî gelek ekîbên îtfaîyê hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin şewat ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin, lê herî kêm 30 dikan bi temamî şewitîn.

Derheqê şewatê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)