Di encama êrîşên îşxalkeran de 165 Filistînî birîndar bûn

Rejima îşxalker û sîyonîst êrîş li Filistînîyên ku li Şerîaya Rojhilat çalakîyan dikirin kir, di encama êrîşê de 165 Filistînî birîndar bûn.

Ekleme: 12.02.2022 11:05:27 / Güncelleme: 12.02.2022 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku Filistnîyan li nêzê gundê Kafr Qadduma bajara Qaqîlyayê û nêzê gundên Huwara, Burqîn, Beît Dajan û Beîtayê çalakîyan kirin.

Li gorî daxuyanîya Hîva Sor a Filistînê, jê 2 heb bi guleyên bi rastî , 25 kes bi guleyên plastîk tev de herî kêm 165 kes birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku herî kêm 40 kes jî ji xazê tesîrdar bûn.

Filistînî di demên dawîn de ji bona ku îşxalên sîyonîstan protesto bikin di rojên înê de çalakîyan tertîp dikin. (ÎLKHA)