Di navbera polêsê Brezîlya û tîryakfiroşan da pevçûn: 8 mirî

Li bajara Rîo de Janeîroya Brezîlyayê ji tîryakfiroşan re operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 8 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.02.2022 10:35:28 / Güncelleme: 12.02.2022 10:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku polêsa Brezîlyayê ji bona ku Chîco Bentoyê tîryakfiroşê ku derheqê wî de qirara qefaltinê hatibû dayîn bê qefaltin, li Taxa Vîla Cruzeîro ku li bakura bajara Rîo de Janeîroyê ye operasyonek kir.

Hat ragihandin ku di operasyonê de tîryakfiroşan teslîm nebûn û di navbera polês û tîryakfiroşan de pevçûn pêk hat. Pevçûna polês û tîryakfiroşan nêzê 3 seatan dewam kir.

Di encama pevçûnê de 8 sîwîl mirin û Chîco Bento jî nehat qefaltin. (ÎLKHA)