Li Bêdlîsê 3 Kîlogram tîryak hat bidestxistin

Hat destnîşankirin ku li navçeya Tatwana Bêdlîsê di erebeyekî de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 3 kîlogram metamfetamîn hat bidestxistin, derheqê meselê kesekî şikdar jî hat binçavkirin.

Ekleme: 12.02.2022 10:30:31 / Güncelleme: 12.02.2022 10:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku li Tatwanê erebeyek hat sekinandin û dû re di erebê de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 3 kîlogram metamfetamîn hat bidestxistin û derheqê meselê de jî kesekî şikdarê ku navê wî M.Î. ye hat binçavkirin. (ÎLKHA)