Li DYE’yê êrîşa bi çek: 2 kes mirin, 9 polîs birîndar bûn

Li eyaleta Arizona ya Amerîkayê di serdegirtina malekê de 2 sivîl mirin û 9 polîs jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.02.2022 08:45:31 / Güncelleme: 12.02.2022 08:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Phoenix, Arizona qewimî. Li gor nûçeya di çapemeniya Amerîkayê de hat weşandin, piştî xebera êrîşa çekdarî ya li malekê ekîbên polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Yek ji polêsan ji aliyê gumanbar ve bi çekê hat gulebarankirin. Li ser vê yekê 8 polêsên din ên ku gumanbar gule li polêsên ku sewqî cihê bûyerê kiribûn, birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di bûyerê de gumanbar û jineke li kêleka vî gumanbarî jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)