Li Hindîstanê di dibistanan de tesettûr hat qedexekirin

Li wîlayeta Karnataya Hindîstanê xwendekarên qîzên ku di demên dawîn de berxwedana tesettûrê didan, ji dadgehê re de’we vekiribûn, di encama qirara dadgehê de qirar hat dayîn ku di dibistanan de tesettûr hat qedexekirin.

Ekleme: 11.02.2022 16:40:30 / Güncelleme: 11.02.2022 16:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qizên xwendekar ên Misilmanên li Karnatakayê, dûçarê êrîşên faşîstên Hînduyan dibin.

Rayedarên wîlayetê jî piştî zêdebûna pevçûnan dibistanan girtibû.

Xwendekarên Misilman qedexekirina tesettûrê birin dadgehê û ji dadgehê re daxwaz kirin ku bila rêziknameya astengkirina cilan bê rakirin.

Dadgeha Bilinda Kartanakayê jî qirarê gotûbej kirin û qirar dan. Di qirarê de hat gotin ku bi şertê li ser xwe nekirina tesettûr, şala safrana ku hînduyan davêjin ser serê xwe û tu nîşanên dînî ew dibistanan ji nû ve vedikin.

Di qirarê de weha hat îfadekirin, “Xwendekaran, heta emrê duyemîn, di sinifan da hîcab, şala safranê an jî nîşaneke dînî yê dinê nikarin bidin li ser serê xwe.” (ÎLKHA)