Li Stenbolê di kargeha tekstîlê de şewat derket

Hat ragihandin li navçeya Gundorena Stenbolê di kargeha tekstîlê de şewat derket.

Ekleme: 11.02.2022 16:20:28 / Güncelleme: 11.02.2022 16:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer derdora seat 14.00an de di kargeha li sikaka Sînanpaşayê de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di kargeheke tekstîlê ya 5 qetî de şewat derket.

Ji ber şewatê 6 kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û xebatên tefandinê berdewam dikin.(ÎLKAH)