Şofêrê qamyonê yê ku ji ber şeqitîna erdê li kendalê gêr bû mir

Li Rihayê qemyonek di kana mucurê de dema ku barê xwe vala dikir ‘erd şeqitî û qemyon li kendalê gêr bû, di encama qezayê de şoforê qemyonê li cihî qezayê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 11.02.2022 15:55:29 / Güncelleme: 11.02.2022 15:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qemyonekî bi plaqa 33 BEN 86 yê ku di bin qontrola Îsa D. de ye li kana mucurê ku li ser rêya Riha-Akçakaleyê ye dema ku barê xwe vala dikir ‘erd şeqitî û li kendalê gêr bû.

Hat destnîşankirin ku qamyon nêzê 30 metre ket xwarê. Bi xeberdana mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin, şofêr Îsa D. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ji bona ku otopsî li şofêr bê kirin cinaza wî hat rakirin morga nexweşxaneyê, derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Etiketler: