Li Efxenîstanê di têketina mizgeftê de teqîn: Mirîyek û 15 birîndar

Hat destnîşankirin ku li li wîlayeta Badgîsa Efxenîstanê di wexta derketina cemaatê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de kesek canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.02.2022 15:50:30 / Güncelleme: 11.02.2022 15:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li Mizgefta Mezin a Navenda bajara Qala-e-Nawê paytexta wîlayeta Badgîsa Efxenîstanê piştî nimêja înê di berderê derîyê derve de teqînek pêk hat.

Ji teref rayedarên tenduristîya wîlayetê ve hat destnîşankirin ku di encama teqînê de heta niha kesek canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin.

Derheqê sedema teqînê de hê jî tiştek nayê zanîn. (ÎLKHA)