Hazirîyên Hefta Qudsê ya Cîhanê berdewam dike

Haziriyên danasîna “Hefta Qudsê ya Cîhanê” ku di tarîxa 25ê Sibatê de tê plankirin ku bê tertîpkirin berdewam dike.

Ekleme: 11.02.2022 11:05:26 / Güncelleme: 11.02.2022 11:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hazirîyên danasînê; çalakîyên seha û elektronîk, sazî û sazkirinên navneteweyî û hastaghên ku bên bi kar anîn.

Îlhamî Kayayê serokê komîteya Minasebetên Hefta Qudsê ya Cîhanê derheqê bernamê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Ew ê ji bernameya ku du hefte paşê dest pê bike re ji 140î zêdetir sazî û sazîkirin beşdar bibin.”

Kaya di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku bernameya ku îsal bê tertîpkirin bi beşdarbûna hinek sazîyên bi zanistî xwe mezin kir û weha domand, “Ji bernamê re ew ê Serokatîya Karên Dîyanetê yê Tirkîye, Wezareta Karên Dîyanetê yê Maldîvan, Wezareta Karên Dîyanetê yê Xezzeyê, Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, Yekîtîya Alimên Ehlê Sinnet, Yekîtîya Alimên Efrîqayê,  Yekîtîya Alimên Fasa Ereb, Yekîtîya Piştgirîya Filistînê û Qudsê yê Navneteweyî û wekî sazî û sazîyên civakîya sîwîlî yên ku ji bo Qudsê micadele dikin beşdar bibin.”

“Hefta Qudsê ya Cîhanê” her sal di meha Recebê de li welatên cuda bi bername û danasînên cuda tê tertîpkirin.

“Hefta Qudsê ya Cîhanê”, serê ‘ewil par di roja Îsra û Mîracê de di tarîxa fetha Qudsê yê ku ji teref Seleheddîn Eyyubî ve hatîye fethkirin de hat pîrozkirin. Ji bernamê re gelek sazî, yekîtî û komele beşdar bûn.

Komîteya “Hefta Qudsê ya Cîhanê”, ji bona ku mirov di medyaya civakî de bernamê teqîp bikin hastaghan belav kirin.

Hastaghên ku hatine belavkirin weha ne:

#أسبوع_القدس

#هفته_قدس

#AlQudsWeek

#KudüsHaftası

#PekanAlQuds

#MingguAlQuds

#AlQudsVecka

#AlQudsUge

#AlQudsUke

#AlQudsViikko  (ÎLKHA)