Serwîsa karkeran di rêya ku qeşa girtîye de qeza kir: Mirîyek û 7 giran birîndar

Li Kirikkaleyê serwîseke karkeran di rêya qeşa girtî de ji rê derket û li şerempolê qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 7 kes jî giran birîndar bûn.

Ekleme: 10.02.2022 14:45:30 / Güncelleme: 10.02.2022 14:45:30 / Xeberen Kurdi / Kırıkkale Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûseke karkeran ku tê de karkerên kana keviran hebû li herêma gundê Koprîyê ji ber ku rê qeşa girtibû qeza kir.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 7 kes jî giran birîndar bûn.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)