Li Dîbeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê êrîş hat kirin

Hat destnîşankirin ku li Abdulhamîd El-Dîbeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê dema bi erebeya xwe diçû êrîş hat kirin.

Ekleme: 10.02.2022 12:30:34 / Güncelleme: 10.02.2022 12:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li Trablusa paytexta Lîbyayê êrîş li Abdulhamîd El-Dîbeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê hat kirin. Di encama êrîşê de bi tu kesî tiştek nebû.

Hat ragihandin ku êrîşvanan ji cîhê êrîşê revîyan û Serdozgerê Lîbyayê jî derheqê meselê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)