Li Elmanyayê êrîş li mizgeftê hat kirin

Li bajara Dortmunda Elmanyayê li mizgeftekî xeçekî bi gamayê hat xêzkirin. Ji teref misilmanan ve jî ji êrîşê re bertek hat nîşandan.

Ekleme: 10.02.2022 11:25:27 / Güncelleme: 10.02.2022 11:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li bajara Dortmundê ji teref mirovekî yê ku hê navê wî nehatîye hînbûn ve li dîwarê Mizgefta Siltan Ahmetê yê ku aîdê Yekîtîya Îslama Tirkan a Karên Dîyanetê ye xeçekî bi gamayê hat xêzkirin.

Turgut Ulkerê Serokê Komeleyê Mizgefta Siltan Ahmet ji êrîşê re bertek nîşan da.

Sezaî Tolga Şîmşîrê Serokkonsolê Essenê yê Tirkîye jî mizgeftê zîyaret kir û destnîşan kir ku ew ê teqîpvanê vê meselê bibin.

Hat ragihandin ku polêsa Elmanyayê jî derheqê meselê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)