Otobûsa rêwîyan li şerempolê qelibî: 15 birîndar

Li Afyonê otobûsek ji rê derket û li şerempolê qelibî, di encama qezayê de 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 10.02.2022 10:55:29 / Güncelleme: 10.02.2022 10:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûseke ku tê de 40 rêwî hebûn li nêzê gundê Pinarkayaya navçeya Çaya Afyonê ji rê derket û li şerempolê qelibî, bi xeberdana mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku rêwîyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin li nexweşxaneyên derdorê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)