Hat destnîşankirin ku li herêma Tepika Sarikizê ku di nav sînora Parqa Millî ya Çîyayê Qazê ye de 3 erebeyên ku di nav wan de personelên leşkerî yên ku di Fermandarîya Benda Radar a Hewayê de wezîfedarin hene û ekîbên Şaredarîyê Bajara Mezin a Balikesîrê ku xebatên vekirina rê dikirin, ji ber bapûk û barîna berfê di çîyayê de asê man.
Hat ragihandin ku wan kesên ku benda xelaskirinê ne rewşa wan ê tenduristîyê baş e.
Ji teref Hasan Şildakê Walîyê Balikesîrê ve hat gotin ku ew bi endamên leşkerîyê û ekîbên şarîderîyê re di nav îrtîbatê da ne. (ÎLKHA)