Muhammed Qonyewî rehmet kir

Seyda Muhammed Qonyewîyê ku ji murşîdê Naqşîbendîyê û ji alimên herêmê ye rehmet kir.

Ekleme: 10.02.2022 10:55:28 / Güncelleme: 10.02.2022 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Seyda Muhammed Qonyewîyê 80 salî yê ku  ji ber nexweşîna xwe demekîye di nexweşxaneyê de tedawî didît, rehmet kir.

Ji teref Weqfa Perwerdehîya Kewserê ve derheqê meselê de daxuyanîyek hat belavkirin û weha hat gotin: “Seyda Muhammed Qonyewîyê ku ji murşîdê Naqşîbendîyê û ji alimên herêmê ye li Stenbolê di nexweşxaneya ku tê de tedawî didît de rehmet kir. Ew ê cinaza Siltan Hezret li Qonyayê bê definkirin. Xwedayê Zilcelal bila meqamê siltanê me bilind bike.” (ÎLKHA)