Li Kolombîyayê ji 6 tonî zêdetir kokaîn hat bidestxistin

Hat destnîşankirin ku li Kolombîyayê ji teref artêş û polês ve ji kampa Artêşa Xelasîya Neteweyî re operasyon hat kirin, di encama operasyonê de ji 6 tonî zêdetir kokaîn hat bidestxistin.

Ekleme: 10.02.2022 10:40:09 / Güncelleme: 10.02.2022 10:40:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dîego Molanoyê Wezîrê Parastinê yê Kolombîyayê derheqê meselê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku 3 laboratiwarên mezin yê ku kapasîteya hilberanînê tê de heye hatin îmhekirin.

Molano di daxuyanîya xwe de weha got, “Derheqê qaçaxçîtîya tiryakê de îsal derbeyeke herî mezin li Artêşa Xelasîya Neteweyî hat xistin”

Di encama operasyona ku tarîxa 21ê Mijdarê sala 2021an de hatibû kirin 10 ton kokaîn hatibû bidestxistin. (ÎLKHA)