Li Bursayê qeza: 6 xwendekar û mamosteyek birîndar bûn

Li navçeya Osmangazîya Bursayê serwîsa dibistanê û otobûsa rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 xwendekar û mamosteyek birîndar bûn.

Ekleme: 08.02.2022 15:30:34 / Güncelleme: 08.02.2022 15:30:34 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsekî rêwîyan û serwîsekî dibistanê li Ceddeya Akademîya Taxa Odunlukê li hev qelibîn.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 6 xwendekarên ku diçin sinifa 5emîn û mamosteyek birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bi xeberdayînê mirovên derdorê ji cihî qezayê re ekîbên 112yî hat şîyandin û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Li gorî dîyarîyan, rewşa xwendekaran baş e, lê rewşa mamoste xirab e. (ÎLKHA)