Di qamyonekê de 130 koçber hatin qefaltin

Li navçeya Muradîyeya Wanê qamyonekê ji ber şikdarîyê hat sekinandin û hat lêgerîn, di encama lêgerînê de 130 koçberên Efxanî hatin qefaltin.

Ekleme: 08.02.2022 15:30:33 / Güncelleme: 08.02.2022 15:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê meselê de ji teref walîtîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û weha hat gotin, “Ji teref Ekîbên Cendirmeyan Fermandarîyê ya ku girêdayê navçeya Muradîyê ye ve di tarîxa 8ê Sibatê sala 2022yan de di seat 02:30îyan de qamyonek hat sekinandin û tê de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de di qamyonê de 130 koçberên Efxanî hatin qefaltin.”

Hat destnîşankirin koçberên ku hatine qefaltin ji bona muameleyên wan bên kirin ji sazîyên rayedar re hatin teslîmkirin û şofêrê qemyonê ku navê wî jî S.A. ye hat binçavkirin. (ÎLKHA)