Ji ber bertekên ku ji heqê ceyranê re tên kirin ew ê verastkirinên nû bên kirin

Di van çend mehên borî de çend caran zam li heqê ceyranê hatibû kirin ku ev yek jî li ser milê welatî û dikandaran bûbû barekî giran.

Ekleme: 08.02.2022 11:15:28 / Güncelleme: 08.02.2022 11:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber bertek û nerazîbûnên ku hatin nîşandan ji teref Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kalin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, Serokomar Erdogan derheqê vê mijarê de talîmat daye û ew ê di demeke nêz de di vî warî de verastinan bên kirin.(ÎLKHA)