Pûtîn û Macron "Krîza Ukraynayê" gotûbêj kirin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskovayê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re "Krîza Ukraynayê" nirxand.

Ekleme: 08.02.2022 09:45:11 / Güncelleme: 08.02.2022 09:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pûtîn di hevdîtinê de ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku di mijara ewlehiyê de fikarên Rûsya û Fransayê yên hevpar hene.

 Pûtîn diyar kir ku fikarên Rûsyayê û Fransayê yên li ser tiştên ku li Ewropayê di warê ewlehiyê da diqewimin hene û wiha got: "Ez spasiya we dikim ji ber beşdarbûna aktîf a Fransayê ya ji bo pêşxistina biryarên prensîb ên li ser vê mijarê.”(ÎLKHA)