Li Madagaskarê ji ber Bahoza Batsîraîyê 10 kes mirin

Hat destnîşankirin ku li Madagaskarê Bahoza Batsîraîyê yê ku ji bahoza tropîqalê ye pêk hat, di encama bahozê de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 07.02.2022 14:15:31 / Güncelleme: 07.02.2022 14:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber bahozê di gelek cîhan de hezaz û lehî çêbûn.

Rayedarên Madagaskarê ji çapemenîya Fransayê re daxuyanîyek belav kirin û di daxuyanîyê de destnîşan kirin ku ji ber bahoza Batsîraîyê heta niha 10 kes canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku ji ber bahozê 48 hezar kes jî cih û malên xwe terk kirin, ji wan kesên ku ji mal û cihên xwe derketine re jî sitergahan hat çêkirin û di wan sitergahan de hatin bicîhkirin.

Li gorî tehmînên meteorolojîyê bahoz bi hêla başûr ve diçe û talûkeyekî wî yê ji bona Efrîqayê tuneye. (ÎLKHA)