Hevaldozên Şehîd Dawûd Kinay di salvegera şehadeta wî de qala fedakarîya wî ya ji bo Îslamê kirin

Ji ser şehadeta Şehîd Dawûd Kinayê ku li herêmê ji teref PKK û hêzên tarî ve di kemîneke xaîn de hat qetilkirin, 21 sal derbas bûn.

Ekleme: 07.02.2022 13:45:34 / Güncelleme: 07.02.2022 13:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şehîd Dawûd Kinay li gundê Qurmê yê ku girêdayê navçeya Çinara Dîyarbekir e jîyan dikir, ji teref hêzên tarî yên wê demê ve hatibû hedefgirtin û bi tevî xaînên hevkar di encama kemîneke xaîn de di tarîxa 3ê Sibata sala 2001an de bi “îddîakirina pevçûna di terorî de” hat qetilkirin.

Ji ser şehadeta şehîd Dawûd re 21 sal derbas bûn, di salvegera şehadeta şehîd de hevalên wî qala heyata wî kirin.

Weysî Kinayê hevalê zaroktîyê û eqrebeyê şehîd e, qala zaroktî, exlaq û heyata wî kir.

Kinay di axavtina xwe de weha got, “Jîyana wî di daristanan, zozanan de û di nav heywanan de derbas bû. Şehîd dema ku de’wa Îslamê nas kir dev ji karê heywanan berda. Wê demê carekê bêbextî lê hat kirin û ji ber vê bêbextîyê heyata wî ya zindanê dest pê kir. Dema ku ew ketibû hepsê xwe gelek pêşve xistibû û gelek zêde ‘îlm tehsîl kiribû. Piştî ku ji hepsê derketibû jî bi wî ‘îlma ku di hepsê de hînbûbû ji civakê re bi ayet û hedîsan nesîhetan dikir.”

“Qoricîyên ku wî şehîd kiribûn û fermandarê qereqolê ku alîkarîyê ji wan re kiribû FETOyîst bûn”

Kinay di axavtina xwe de derheqê fedekarî û camêrîyê şehîd de qala meseleyekê kir, “Zarokên min gelek nexweş bûn, ji ber vê ez nikaribûm biçûma bajêr û şekirên ‘îdê bistanda, yanê em ê di ‘îdê de bê şekir bimana. Nîvê şevê bû û şehîd Dawûd hat mala min û ji min pirsî ‘Şekirê te yê ‘îdê heye?’. Min jî ji wî re got ku ji bona standinê ez nikaribûm biçûma bajêr û ji gundîyan re jî min meseleyê got lê tu kes ji min re şekir nestand û neanî. Ji xwe re 2 kîlo şekir standibû û wî şekirê xwe dabû min.”

Kinay axavtina xwe weha domand, “Exlaqa wî xweşik bû. Îslam, exlaqa wî xweşiktir kiribû. Qoricîyên gund û wan kesên ku xwe di qereqolê de bi cîh kiribûn, kemîn li ber wî danîbûn. Ew bêsûc û bêsebep hat şehîdkirin. Me xebera şehadeta wî ji gundên derdorê girt, xebera me ji şehadeta wî tunebû. Qoricîyên ku wî şehîd kiribûn û fermandarê qereqolê ku alîkarîyê ji wan re kiribû FETOyîst bûn. Aqibeta wî fermandarê FETOyîst çi bû ez nizanim. Wî fermandarê FETOyîst, wexta ku şehîd Dawûd qetil kiribû bi îddîakirina pevçûna di terorî de wan qorîcîyan bêsûc nîşan da.”

Mahmut Elmas jî derheqê şehîd de destnîşan kir ku demekî îftîra ji şehîd re hat avêtin û ji ber vê yekê ket hepsê, di hepsê de jî şehîd xwe pêşve birîye û xîtabet û ‘îlmê xwe gelek zêde kirîye.

“Wê demê cinayetekî hatibû kirin û vê cinayetê jî avêtibûn li ser stûyê şehîd”

Elmas di axavtina xwe de weha got, “Bi têketin û derketina wî yê hepsê, xîtabet û ‘îlmê wî gelek zêde pêşve çûbû. Ji ber vê yekê şehîd jî di cihê xwe de nedisekinî û diçû gundên derdorê û ji wan gundîyan re qala Îslamê dikir.”

Elmas di axavtina xwe de qala plan û projeyên wê demê yê ku ji teref hêzên tarî ve dihat kirin jî kir û got: “Wê demê ji gundekî derdorê mirovek hatibû kuştin. Me wî kesî jî nas dikir. Bi rastî jî ew mirov yekî helîm û selîm bû û mezlûm bû. Di encama tehqîqata vê meselê de wan rayedaran ji bona ku wê cinayetê bavêjin stûyê yekî ji xwe re mirovekî digerîyan. Ji ber vê yekê şehîd Dawûd ji xwe re qurban hilbijartibûn. Wê demê jî şehîd di hepsê de bû, ji ber vê yekê pilanên wan jî xira bûbû.”

Elmas qala dema şehadeta şehîd û piştî şehadeta wî jî kir û axavtina xwe weha domand, “Wan qoricîyên gund û fermandarên qereqolê yên ku FETOyîst bûn ji bona ku şehîd Dawûd şehîd bikin qirarek girtibûn û ji ber vê qirarê kemîn û planek çêkiribûn. Şehîd ji bona xaltîya xwe zîyaret bike çûbû gundê Uçkuyuya ku girêdayê Dêrîka Mêrdînê ye, di vê demê de kemînek li ber danîn û wî şehîd kirin.”

“Roja ku Dawûd hatibû şehîdkirin tu kes xwedî li me derneket”

Elmas di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji xwe wê demê leşkerên qereqolê derdorê gundên me dorpêç dikirin û me binçav dikirin. Çi qas jî wê demê me pirsgirêk û zehmetîyan kişandibû jî bawerîya me yê ku bi Xwedê heye tam bû, me şikir dikir. Îro dibe ku em di nav rehetîyê de bin. Wê demê li gorî vê demê ew qas zehmetî hebûn jî qebîlîyeta me zêde bû. Dema ku me xebera şehadeta şehîd girt, em çûn wî gundê, yanê cîhê ku li wê şehîd bû. Dema ku em ji gund derketin leşker êrîş li gund kirin û ciwanên me tev kom kirin û bin çav kirin. Roja ku Dawûd hatibû şehîdkirin tu kes xwedî li me derneket. Dema ku me cinaza şehîd ji qereqolê girt mele jî tunebû ku em şehîdî bişon. Ji ber vê me jî çû ji medresê yekî anî û me şehîd şûşt.”

“Xwedê Teala heqê me û heqê şehîd ji wan zaliman re nehêle”

Suleyman Kinayê ku eqrebeyê şehîd e û di gund de ê  herî îxtîyar e jî derheqê şehîd de axivî û weha got, “Dawûd , dawetvanekî yê Îslamê bû. Mirovekî dozvan bû. Wan zaliman rêya wî girtin û wî şehîdkirin. Dawûd bi navê dawetvanê Îslamê diket nav xelqê û banga Xwedê û Resulê Xwedê li wan dikir. Dema ku şehîd bûbû jî pêçîya wî yê şehadetê rakirîbû û bi wê şeklê canê xwe ji dest dabû. Xwedê Teala heqê me û heqê şehîd ji wan zaliman re nehêle. (ÎLKHA)