Hereketa Êsîran a Filistîn berxwedanekî giştî îlan kir

Ji teref komên ku bi pirsgirêkên êsîran re eleqedar dibin ve hat îlankirin ku Hereketa Êsîran ji bona ku ji êsîrên ku di nav zindanên rejima îşxalker da ne û ji wan re îşkence û astengî tê kirin, berxwedanekî giştî îlan kir.

Ekleme: 07.02.2022 11:40:28 / Güncelleme: 07.02.2022 11:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muameleya rejima îşxalker a ku azadîya êsîran di girtina zindanan de qut dike û ev qut kirin qîma wî nayê, ji ber vê yekê muameleyên xirab li wan dike û ev muamele jî bertekê koman zêde dike.

Di meseleyên dawîn de Hereketa Êsîran, ji mualemeyên cizayî û astengî re bertek nîşan da û berxwedanekî giştî îlan kir.

Li gorî agahîyên ku ji sazîyên bi êsîran re eleqeder dibin ve hatîye belavkirin; Hereketa Êsîran, ji ber muameleyên xirab a rejima îşxalker yê ku piştî “Tunela Azadîyê” gelek zêde kir û ji ber vegerandina ji mitebeqetê qirar hat dayîn ku ji îro pê ve berxwedanekî giştî hat destpêkirin.

Ji teref Ofîsa Enformasyona Êsîran ve hat destnîşankirin ku, ev qirar ji ber sedema ku rejima îşxalker heqên êsîran baş nade wan hatîye girtin.

Rejima îşxalker ji ber 6 êsîrên ku bi Tunela Azadîyê ji Girtîgeha Celbuyê revîyan, muameleyên ku li ser êsîran tên kirin gelek xirab kir û dest bi şîddetê kir. Digel vê yekê êsîran jî berxwedanekî kombûyî dest pê kirin û dû re jî rejîma îşxalker daxwazîyên êsîran qebûl kir û bi wan re mitabeqetekî îmze kir. Lê bireveberîya rejima îşxalker dû re ji vê mitebeqetê vegerîya û zilmên xwe yên ku li êsîran dike zêde kir. (ÎLKHA)