Karbidestên Afganî: 50 endamên DAIŞê teslîm bûn

Hat diyarkirin ku li eyaleta Nangarhara Afganîstanê 50 endamên DAIŞ’ê teslîm bûn.

Ekleme: 07.02.2022 09:40:27 / Güncelleme: 07.02.2022 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Dezgeha Îstixbaratê ya Nangarharê Mihemed Beşîr ji rojnamevanan re got, 50 endamên DAIŞê dev ji şer berdan û xwe radestî rayedarên îstixbaratê kirin.

Beşîr diyar kir ku endamên DAIŞ'ê yên teslîm bûne berê li herêmên Xoganî, Çaparhar, Şiwa, Rodat, Mumand Dara û Kotê yên Nangarharê operasyon kirine. (ÎLKHA)