Mînîbus û otomobîl li hev qelibîn: Yek jê giran 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Sêwereka Rihayê mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn.

Ekleme: 07.02.2022 09:25:28 / Güncelleme: 07.02.2022 09:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 5emîn kîlometreya rêbeja Sêwerek-Çermûkê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 34 SG 4676 a ku ajokarê wê Serzat A bû û otomobîla bi plaqeya 63 ABB 623 a ku ajokarê wê Bahri A. bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de yek jê giran 13 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)