162 koçber hatin qefaltin

Hat destnîşankirin ku li Bêdlîsê di navbera tarîxa 31ê Çileyê û 5ê Sibatê de 93 koçber jê di nav qamyonê de bi tevahî 162 koçberên Efxanî hatin qefaltin.

Ekleme: 05.02.2022 14:09:40 / Güncelleme: 05.02.2022 14:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîyê Bidlîsê ve hat daxuyandin ku 162 koçberên ku hatine qefaltin, piştî muameleyên ku hatin kirin teslîmê Îdareya Koça Bajêr a Bêdlîsê hatin kirin. Derheqê 12 şikdar û fîrmayan de jî tehqîqat hat destpêkirin.

Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin, “Di encama lêgerînan de; di nav 6 otobûsên ku di nav bajêran de seyehatê dikin, qamyonek, minibûsek û erebeyek de 162 koçber hatin qefaltin. Koçberên ku hatin qefaltin ji teref ekîban ve hatin lêgerîn û di encama lêgerînê de 6 heb pasaport, 4 heb delîlên  rêyên ku sexte ne û 6 heb jî delîlên rûniştinê yên ku sexte ne hatin bidestxistin.” (ÎLKHA)