Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji Oya Ersoya ku heqeret li Îslamê kir re bertek hat nîşandan

Weqfa Evîndarên Pêxember, ji ber ku di şeva Qendîla Regaîbê de heqaret li Îslamê kir, ji Oya Ersoya mebûsa HDPê re bertekeke tund nîşan da.

Ekleme: 05.02.2022 14:05:34 / Güncelleme: 05.02.2022 14:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqif di daxuyanîya xwe de bi ayet û hedîsên, “Pêxember, ji bona muminan ji nefsên wan pêştir e…” (Ehzab-6)  “Hûn dema ku min ji dîya xwe, bavê xwe, zarokên xwe û ji hemû kesan zêdetir hez nekin hûn bi me’na rastî îman nekirine, dema ku hûn bi me’na rastî îman nekin jî hûn nakevin cinetê.” (Buharî, Îmam 8) dest pê kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Zêhnîyeta zelîl a ku di neyartîya Îslamê de cîhê xwe nizane, daîma cehaletî û bêaqilîyên xwe îstînadê Îslamê dikin. Di vê mesela dawî ya ku li meclîsê heqaret li Îslamê û miqeddesatên Îslamê hatîyê kirin jî hereketên wan ê ‘ewil nîne. Zewicandinên ku di ‘emrê biçûktîyê de tên kirin ji bona êrîşên xwe behene didin nîşandan, ji ber vê yekê ji pêxemberê me re heqaretê dikin, li Sîlopî û Cizîrê çarşefê li pîrekan dikin û wan li zincîran dixin ku ji mirovan re dibêjin Îslam mirovan ji xwe re dike kole, bi vê şeklê kîn û gemarîyên xwe vedireşin û di gelek bajêran de bi şîara ‘Em ne emanet in û em namûsê tu kesî nînin’ û afîşên ku derheqê li ser gotina Pêxemberê me ku di heca wedayê de gotibû ku ‘Pîrek ji teref Xwedê Teala ve emanet ji we re hatîye dayîn’ jêhrên xwe vedireşin, ji cîhê vanan de jî fikr û hereketên xwe yên bêexlaqî û rêderketî ji bona ku di nav însanan de belav bibe, van hereketan dikin, lê bi hîsabekî yê wan hereketên wan tuneye.”

“Ev tişt neyartîya li hember Îslam û muqeddesatê yê û bi eşkere ye”

Weqif di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Em Misilman tu car êrîş li pîrozî û nîşanên kesê nekirine, ji ber vê yekê heqê tu kesê jî tuneye ku êrîş li muqeddesat û nîşanên me bike. Êrîşkirin û heqaretkirina li pîrozahî û nîşanên dînî, tu car ji bona sanat û fikran azadî nîne. Ev tişt bi eşkere neyartîya li hember Îslamê ye. Neyartîya li hember pêxember û muqeddesatên me ye. Ew ê ku vê tiştê kirîye jî kî dibe bila bibe, bi navê kî dike bila bike, wan kesên ku daxwaz dikin bila hizûra civakê xira bibe, fitnê dikin, xelqê jî bi kîndar û bi nefret dikin, ji ber vê yekê sûcdar in.”

“Xelqê me  di dilê xwe Îslamê qebûl kiriye, ev xelq xelqekekî wisa ye ku ‘ededên xwe di nav Îslamê de helandine”

Di daxuyanîya weqfê de hat destnîşankirin ku êrîşên ku li Îslamê tên kirin tu car ji ber çavan naçe, “Xelqê me  di dilê xwe Îslamê qebûl kiriye, ev xelq xelqekekî wisa ye ku ‘ededên xwe di nav Îslamê de helandiye. Em bi Misilmanî êrîşên ku li Îslamê tên kirin, tu car heqekî me yê wisa û lûksekî me yê wisa ku em wî êrîşê nebînin an jî dengê xwe ji wî re dernexin tuneye. Wan kesên ku dibe sîyasetmedar bibe, dibe ku hunermend bibe an jî nivîskar bibe bi hewes kirina tefandina nûrê Xwedê, bila baş zanibin ku wan mel’unan, ew ê di rûpelên tarîxê de bi zelîlî û namerdî bên nivisandin, ew ê tu dem qezenc nekin û di axiretê de ziyanekî mezin bibînin.”

“Lazim e ku tertîpkirinekî bi qanûnî bê kirin”

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em bi vê wesîlê li pêşî êrîşên ku di meclîsê de tên kirin û êrîşên dinê yên ku li Îslam û muqeddesatên me tên kirin, em ji wan bêhedan re le’netê xwe dikin. Em xelqê xwe jî dawet dikin ku bila prîmê nedin ji wan mirovan re û bila wan kesan jî nas nekin, ji rayedaran re jî bang dikin ku bila ji wan kesan re jî bi qanûnî tertîpekî bê kirin. (ÎLKHA)