Li Nepalê qonvoya da’wetê qeza kir: 8 mirî

Hat destnîşankirin ku li Nepalê erebeyekî yê ku di qonvoya da’wetê de bû li şerampolê qelibî, di encama qezayê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.02.2022 14:05:30 / Güncelleme: 05.02.2022 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welat hatine bidestxistin, di seatên serê sibê de cîpekî yê ku di nav qonvoya da’wetê de bû li şerampolê qelibî û 150 metre gêrê xwarê bû.

Di encama qezayê de 6 kes li cîhê qezayê, 2 kes jî di rêya nexweşxanê de canê xwe ji dest dan. 5 kesên ku di nav wan de bûk û zava jî hene birîndar bûn.

Hat ragihandin ku sedema qezayê ji ber rêya ku bi barîna baranê şemitandî bûyeye. (ÎLKHA)