Weqfa Êtîman ji êtîm û mixtacan re goştê sor belav kir

Weqfa Êtîman ya temsîlkarê Mêrdînê ji wan êtîmên ku mifta cinetê ne re bi minasebeta hatina Sê Mehan goştê sor belav kir.

Ekleme: 05.02.2022 09:50:12 / Güncelleme: 05.02.2022 09:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman ya temsîlkarê Mêrdînê, wan êtîmên ku emanetên ûmmetê ne tenê nehişt û bi alîkarîya xêrxwazan ji bona ku îxtîyacîyên wan bibîne xebatan dike, ji ber vê yekê ji wan êtîmên ku mifta cinetêne re goştê sor belav kir.

Hadî Çakarê temsîlkarê bajara Mêrdînê yê Weqfa Êtîman, derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Hemd ji Rebbê aleman re be ku me gihaştand van Sê Mehên bixêr. Em jî bi navê Weqfa Êtîmên ya temsîlkarî yê Mêrdînê, bi minasebeta hatina Sê Mehan bi izna Xwedê ji wan êtîman re goştê sor belav dikin. Ez ji xelqê me û xêrxwazên me re daxwaz dikim ku bila van Sê Mehan ji wan êtîman re bibe wesîla xêrê. Em ê înşaallah bi belavkirina goştê sor ji êtîman re bibin wekî pirekê. Ji ber vê yekê ji bona alema Îslamê re û ji bona xelqê me re ji Xwedê Teala daxwaz dikim ku bila bibe wesîla xêrê û Sê Mehên wan jî tebrîk dikim. (ÎLKHA)