Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 744 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 744 hezar û 397 kes mirin.

Ekleme: 05.02.2022 08:40:13 / Güncelleme: 05.02.2022 08:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 744  hezar û 397  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  391  milyon  û  559  hezar û 838 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 924 hezar kesan.(ÎLKHA)