Omer Çelîk: Civakekî yê ku şehadetê fêhm kiribe tu car di bin esaretê de namîne

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan ji ber ku “Meha Sibatê Meha Şehadetê” ye derheqê mihimtîya şehadetê de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de tarîfa şehîdîyê bi ayet û hedîsan neql kir.

Ekleme: 03.02.2022 20:25:33 / Güncelleme: 03.02.2022 20:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi taybetî di vê mehê de gelek Alimên Îslamê, xwedî doz, ramangîr û şexsîyetên mûhîm şehîd bûne, ji ber vê yekê vê mehê ji teref Misilmanên cîhanê ve bi navê “Meha Sibatê Meha Şehadetê” tê qebûlkirin.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan jî bi hedîs û ayetan qala mihimtîya şehadetê kir û destnîşan kir ku ew di vê mehê de derheqê şehadet û şehîdan de gelek bernameyan tertîp dikin, ji ber vê yekê ji ciwanên ku evîndarê şehadetê ne re jî pêşnîyaz kir ku bila beşdarê bernameyan bibin.

Çelîk di axavtina xwe de weha got, “Pêxemberê me (s.x.l) di hedîsekî xwe de weha dibêje ‘Ez daxwaz dikim ku di rêya Xwedê Teala da herbê bikim û bêm kuştin, cardin herbê bikim û cardin bêm kuştin, dû re cardin herbê bikim û cardin bêm kuştin.’ Xwedê Teala jî di sureya Beqere û Alî Îmranê de qal dike ku şehîd ne mirîne ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirî. Na, Ew saxin, lê hûn nizanin.’”

“Şehîd, ew mirov e ku bes ji bona Î’layî Kelîmetullah herbê dike û tê kuştin”

Çelîk di axavtina xwe de qal kir ku di ayetan de jî Xwedê Teala derheqê şehîdan de dibêje ku ew ji bona de’wa Xwedê tên kuştin û dikujin, “Di ‘eynî zemanî de di hedîsekî Resulê Xwedê de jî weha tê gotin, ‘Eshabîyekî hat cem Resulê Xwedê û ji wî weha pirsî; Yek ji bona mal, yek ji bona qewmîtî yanê ji bona nijadperestîyê û yekî dinê jî ji bona qehremantîyê herbê kirîye. Ji van kesan kîjanî şehîd e? Resulê Xwedê jî di bersiva xwe de got ku ji wan tu kes jî şehîd nîne, ‘Şehîd, ew mirove ku bes  ji bona Î’layî Kelîmetullah herbê dike û tê kuştin.’ Vê mehê ji teref hemû Misilmanên Cîhanê ve wek meha şehadetê hatîye îlankirin. Em jî di vê mehê de gelek bernameyan tertîp dikin. Em di van bernameyan de ji ciwanan re him qala heyata şehîdan him qala de’wa wan û him jî qala wan xwedî dozên, alîmên û dawetvanên ku ji ber çi hatine şehîdkirin jî dikin û vî tiştê jî ji wan re didin hînkirin, qîmeta şehadetê ji wan re qal dikin û neqlê wan dikin.”

“Gelek xwedî doz û alim di vê mehê de şehîd bûne”

Çelîk di axavtina xwe de destnîşan kir ku di vê mehê de gelek alim û xwedî doz hatine şehîdkirin, ji ber vê yekê vê mehê ji teref Misilmanên Cîhanê ve “Meha Sibatê Meha Şehadetê” tê hesibandin.

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Li welatê me Şêx Esad Erbîlî, Molla Zekî, şehîd Xiyasettîn Barlak û Metîn Yuksel; li giştîyê dinyayê jî wekî Abbas Musawî, Hesen El Benna, Cewher Dudayev û Zelîmhan Yandarbîyevê xwedî dozên Îslamê, di vê mehê de şehîd bûne. Em bi Misilmanî dema ku qîmeta vê şehadetê yê ku Pêxember jî ji vê meqamê re xwezîya xwe anîtîye fêhm bikin, ew ê welatên me him bi giyanî him jî bi bedenî di bin esaretê de nemîne.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku bi navê Platforma Karwana Şehîdan, bi tevî Dîyarbekir li gelek bajaran bernameyên şehdadetê ew ê tertîp bikin, ew bi taybetî pêşnîyaz dikin ku bila ciwanên ku evîndarê şehadetê ne beşdarê van bernameyan bibin. (ÎLKHA)