Rêya 624 gundan ji ber berfê hat girtin

Li herêma rojhilata welat û li Sêwasê ji ber barîna berfa zêde û bapûkê rêya 624 gundan hat girtin.

Ekleme: 03.02.2022 20:15:41 / Güncelleme: 03.02.2022 20:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Erziromê 147, Îdirê 5, Agirîyê 19, Erzîncanê 63 û Dêrsîmê rêya140 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Li gorî daxuyanîya Îdareya Taybeta Bajar a Sêwasê, li bajêr jî rêya 250 gundan hatin girtin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên ku di vekirina rêyan de dixebitin dest bi xebatên xwe kirine. (ÎLKHA)