Serokkomar Erdogan sibê dê biçe Ukraynayê

Serokkomar Recep Tayîb Erdogan, sibê dê Ukraynayê zîyaret bike. Di zîyaretê de ew ê bi Zelenskîyê Serokê Dewletê yê Ukraynayê re jî hevdîtinek bike.

Ekleme: 03.02.2022 20:09:45 / Güncelleme: 03.02.2022 20:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di zîyareta ku ji bona minasebetên Tirkîye û Ukraynayê yê 30yemîn de tê hêvîkirin ku tîcareta ku di navbera Tirkîye û Ukraynayê de tê kirin ew ê bê zêde kirin û Mitebeqeta Tîcareta Serbestîyê jî bê îmzekirin.

Serokkomar Erdogan derheqê meselê de jî weha axivî, “Hemû derdê me, ji hplê rakirina pirsgirêka ku di navbera Rusya û Ukraynayê de ye  û di vê meselê de jî ku daîma qala herbê û tiştên filan  û bêvan tê kirine… Em  qet daxwaz nakin ku di navbera Rusya û Ukraynayê de herb çêbibe. Em wek welatekî ji NATOyê ne, tu car tiştekî wisa daxwaz nakin û qebûl nakin. Ji xwe Birêz Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê bi tevî daxuyanîyên xwe pêşîya me vekir. Temennîyê min e ku em ê vîya bi aştîyê çareser bikin.” (ÎLKHA)