Serokê Herêma Kurdistanê bi Serok Komarê Tirkiye re civiya

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanek gihîşte Tirkiye û li Enqere bi Receb Tayyîb Erdoganê Serokkomarê Tirkiye re civiya.

Ekleme: 03.02.2022 09:45:29 / Güncelleme: 03.02.2022 09:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokatîya Herêma Kurdistanê derheqê vê serdanê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de weha hat destnîşankirin, “Li civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye guftûgo kir û tekez li ser girîngî û xwesta du aliyane ya ji bo bihêztir kirina peywendiyên bazirganî û aboriyên di navbera her du aliyan kirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Warên dinê alîkariya hevbeş, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî, mijarên dinê civînê bû.” (ÎLKHA)