Li Cezayîrê erdgaz teqîya

Li wîlayeta Setîfa Cezayîrê di avahîyekî de teqîna erdgazê pêk hat, di encama teqînê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.02.2022 09:20:28 / Güncelleme: 02.02.2022 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midirtîya Parastina Sîwîl a Heremî ve hat dayîn, li navçeya Ayn Vîlmana li wîlayeta Setîfê di avahîyekî de erdgaz teqîya. Di encama teqînê de şewat derket û 3 avahîyên dinê jî şewitîn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil 8 kes canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku teqîn di atolyeya Parfûmê yê ku li wê derê embar dikin de pêk hat. (ÎLKHA)