Li Ekvadorê lehî: 11 mirî

Li bajara Quîtoya paytexta Ekvadorê ji ber barîna baranê ya zêde lehî çêbû, di encama lehîyê de herî kêm 11 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.02.2022 16:20:30 / Güncelleme: 01.02.2022 16:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serwîsa Bireveberîya Rewşa Acîl û Rîska Neteweyî ya Ekvadorê roja duşemê daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li bajara Pîchînchaya wîlayeta Quîtoyê ji ber barîna baranê ya zêde lehî çêbû.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di encama lehîyê de herî kêm 11 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ku hatîye îfadekirin, rêya La Gascayê jî ji ber lehîyê bi harîyê hatîye girtin, ji ber vê yekê ji  teref ekîban ve piştî xebatên lêgerîn û xelaskirinê xebatên paqijîyê jî hatîye destpêkirin.

Li gorî vîdeoyên ku di hisabên civakî de hatine belavkirin, tê dîtin ku kuçe û caddeyên bajêr di herîyê de mane û erebeyan jî bi xwe re kaş dike. (ÎLKHA)